Nahêlin rojnameger hilbijartinê bi şopînin

26

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 Îro qonaxa destpêkê ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê destpê kir. Bi vê boneyê îro danê sibê saet 07:00’an de dengdana hêzên ewlehiyê destpê kir. Hat zanîn komîsyona hilbijartinê û hêzên parastinê nahêlin rojnameger dengdanê bi şopînin.

 

Rojnamegerên li Silêmaniyê îro ji bo şopandina hilbijartinê çûn cihê bi karanîna dengan. Lê îro li navenda Şehîd Xefur Jajaleyî yê li ser taxa Kurdsat a bajarê Silêmanî rojnameger ji aliyê komîsyona hilbjartinê ve hatin astengkirin.

 

Nûçegihanê me yên RojNews jî li navçeya Seyîdsadiq ya ser Silêmaniyê diyar kir ku bi biryara fermandarek asayîşê rê nayê danîn ku rojnameger qonaxa destpêkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi şopînin. Herwiha hat zanîn li navçeya Ranya ya herêma Raperîn jî rê li ber çapemeniyê tê girtin.

 

Li navçeya Kelar ya navenda herêma Germiyan, heya niha rê nehatiye dayîn da ku rojnameger li wir hilbijartinan bi şopînin. Peyamnêrê me yê RojNews yê Germiyan got; “Du navendên dayîna dengan li Kelar hene. Lê bi ti awayî rê nayê dayîn ku hilbijartin were şopandin.”

 

 

 

 

 

 

(rn)