PADÊ li ser hilbijartinê bi welatiyên Xanesorê re civiya

28

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Duh Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li ser hilbijartinê ji bo welatiyên navçeya Xanesorê ya Şengalê civînek lidar xist. Di civînê de 200 kes amade bûn.

 

Di civînê de hinek kes ji bo ser sindoqên ku li Dihola, Borik, Sinûnê, Xanesûr û Şengalê bên danîn hatin erkdarkirin.

 

Têkildarî armanca civînê mamosta Diham Şengalî ku ji RojNews re axivî got; “Em ji bo çavdêriya dengdana lîsteya 169 kom bûne. Em li ser şêwazê dengdanê xwe perwerde dikin.”

 

 

Diham Şengalî diyar kir ku ew ji serkeftina PADÊ bi hêvîne û got ku ew di wê bariyê de ne xebatên PADÊ wê bigehin armanca xwe.

 

 

 

 

(rn)