Zanyariyên dawî yên hilbijartinên li Hewlêr

39

 

 

HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Berpirsyarê Ofîsa Hewlêr yê komîsyona hilbjartinên Parlamentoya Iraqê Elî Qadir îro li ser dengdanên hêzên parastinê yên li bajarê Hewlêr daxuyaniyek çapemeniyê da. Elî Qadir got; “Dengdanên li Hewlêr berdewam dike û bi awayek sîstematîk birêve diçe. Pirsgirêkên di dema dengdanê de çêbûyîn hatine çareserkirin.”

 

Elî Qadir balkêşa ser bi karanîna telefonan di dema dengdanê de jî û got; “Ew pirsgirêk hatiye çareserkirin. Emê wek komîsyona hilbijartinê li gorî yasayê li hember vê yekê derbikevin. Wê heya saet 18:00 hilbijartin berdewam bikin. Îro jî roja dawî ya kart danê ye. Heya êvarî wê kart werin belavkirin, piştî wê jî bên şandin ji bo Bexda.”

 

Qonaxa destpêkê ya hilbijartinê ku danê sibê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistan destpêkirîn, hêjî berdewam dikin.

 

(rn)