NAVENDA NÛÇEYAN

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê têkildarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê ku sibe wê destpê bike, bi daxuyaniyekê hişyarî da ku dibe di roja hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Iraqê de li ser navendên dengdanê êrîşên terorîstî pêk werin.

 

Balyozxaneya Amerîkiyê diyar kir ku agahî gihîştine ber destê berpirsên balyozxaneya Bexdayê ku planên êrîşên terorîstî li ser  navendên dengdanê yên  li taxên Um-Elqura û Xezaliye yên Bexdayê hene.

 

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê eşkere kir ku ji  ber metirsiyan çûnûhatina welatiyên Amerîkî ji bo herdu taxan hatiye qedexekirin.

 

Li seranserî Iraqê wê sibe 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr dengê xwe bikar bînin.

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here