NAVENDA NÛÇEYAN

 

Ji saet 07:00’ê sibehê ve li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê bangeşeya lîste û partiyan a ji bo hilbijartina parlamentoya Iraqê ku 12’ê Gulanê pêk were bi dawî bû.

 

24 saet pêş hilbijartinê bangeşe û xebatên namzet û lîsteyan ji bo hilbijartinê hatin qedexekirin û sibe saet 07:00’ê jî hilbijartina giştî ya parlamentoya Iraqê wê destpê bike.

 

Di nava van 24 saetên pêş hilbijartina giştî da nabe ti partî, lîste, namzet û aliyek çalakiyek ku dikeve çarçoveya bangeşeya hilbijartinê bike. Nabe ti namzetek ji bo xebatê hilbijartinê nêzî dengdêran bibe.

 

Her wiha dûbarekirina bername û daxuyaniyên lîsteyan li ser çapemeniyê qedexe ye. Nabe di vê çarçoveyê de ti reklamek were kirin.

 

Komisyona Bilind a Hilbijartina Iraqê jî bang li hemû lîste û aliyan kiriye ku li gor pîvanên hilbijartinê tev bigerin.

 

Pêş du rojan Komisyona Bilind a Hilbijartinên Iraqê li Bexda wiha ragihandiye; “Emê li dijî her aliyek pîvanên hilbijartinê binpê bike, cezayên tund ên yasayî pêk bînin. Di rewşek wiha de tevlîbûna ji bo hilbijartinê wê bê astengkirin, yan jî encama dengên girtine bê sekinandin.”

 

Di vê hilbijartinên parlamentoya Iraqê de 320 lîste û alî tevlî bûne û nêzî 7 hezar namzet ji bo 329 kursiyan di nava pêşbaziyê de ne.

 

Duh jî qonaxa destpêkê ya dengdana hêzên ewlehiyê li Herêma Kurdistan û Iraqê pêk hat û li gor daxuyaniya komisyona hilbijartinê ji sedê 78 tevlîbûna hilbijartina qonaxa destpêkê çêbûye.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here