Gerîlayên HPG’ê: Dagirker li her derê di hedefa me de ne

24

 

 

MAHÎR YILMAZKAYA / XAKURKÊ

 

 

Artêşa Tirk ji bo dagirkeriya xwe ya li Xakurkê û herêma Biradost mayînde bike di van demên dawiyê de eerıışeen xwe zêde kir. Li hemberê vêya gerîlayên HPG’Ê Lİ Herêma Xakurkê û Biradostê li dijıı eerıışeen dagirkeriya Tirk di çarçoveya peengava Şoreşgerî ya ‘Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz’ de berxwendenek dirokî didin nîşan. Şahidên vê berxwedana dîrokî gerîla Herekol Botan û Hebûn Bêrîtan ji Rojnews’ê re axivîn.

 

Gerîlayê HPG’ee Hebûn Bêrîtan diyar kir ku li qadê li rex tevgereke zêde ya li balafirên keşfê bi awayeke dijwar êrîşên balafirên şer, abuus uu hawanan jî heye.

 

 

Gerîla Hebûn destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide dagirkerî û mêtîngeriya xwe ya li Kurdistanê kur bike û got lê, dewlet rastî vîna polayî ya gerîla tê. Hebûn da zanîn ku armanca artêşa Tirk ne tenê dagirkirina xaka Başuuree Kurdistanê ye, di heman demê de hewl dide êrîşên dagirkeriyê li dijî Rojava û Şengalê jî pêş bixe.

 

Hebûn Bêrîtan îşaret bi asta ku PKK di sala 40. a damezrandina xwede jî dike û dibêje dewleta Tirk hewl dide ev meşa serkeftinê ya PKK’ê asteng bike lê, gerîla li herêma Xakurkê û Biradost berxwendaneke dîrokî didin nîşan.

 

‘Dagirker li her derê di hedefa me de ne’

 

Gerîlayê HPG’ê Hebûn Bêrîtan di berdewama axaftina xwede balkêşa ser çalakiyên bi bandor yên gerîlayên HPG û YJA Star’ê û wiha pêde çû: “Dijmin li hember êrîşên tinekirinê li rastê vîna polayî ya gerîla hat. Ji bo têkçûna xwe ya li hember gerîla veşêrin jî artêşa xwe ya ji 1 milyonî, bi hezaran polııs, cerdevan uu çeteyên xwe yên paramilîter xistin tevgerê. Her wiha medya şerê taybet jî di vê çarçoveyê de xistin tevgerê.

 

Em weke gerîlayên HPG’ê û YJA Star’ê her roj çalakiyên nû li dijî artêşa dagirker ya Tirk dikin. Tevî ku teknîkeke zêde bikartînin jî lê, em çalakiyên bi bandor dikin. Her roj wendahiyên nû didin û nikarin cenazeyên xwe jî ji herêmê derxin. Ji bo cenazeyên xwe bigirin herêmê didin ber bombe û topan. Lê dîsa jî nikarin encama ku dixwazin bi dest bixin.

 

Hişyarî

 

Em hişaryî didin; Em ê hesabê ji  dagirkerên ku Kurdistanê wêran dikin, êrîşê gelê me dikin bipirsin. Wê dagirker û nokerên wan her timî û li her derê bibin hedefa gerîlayên azadiya Kurdistanê. Her wiha wê nekaribin xwe ji bûyîna hedefa me rizgar bikin.”

 

‘Dewleta Tirk bombeya mîsketê ya qedexekirî bikar tîne’

 

Gerîlayê HPG’ê Herekol Botan jî dibêje ev demeke dirêje artêşa Tirk êrîşên dagirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê û wiha axivî: “Artêşa Tirk ji meha Kanûnê û vir ve bi êrîşên ku heya niha daye dest pê kirin dît ku wê li hember gerîla encam negire.

 

 

Artêşa Tirk ku dît nikare berxwedana gerîla bişikîne vê carê çeka bi qanûnên navnetewî hatiye qedexe kirin êrîş dike. Artêşa Tirk li hember ezmûna 40 salî ya gerîla mehkûmê wendakirinê ye. Ji ber geîla bi rihê fedayî yê Apoyî li her qadê di nava berxwedanê de ye. Gerîla bêyku du dilî bijî ji bo parastina çar parçayên Kurdistanê têdikoşe û vêya li Şengal û Kobanê jî da nîşan. Niha jî vêya li Hherêma Biradostê didin nîşan.

 

Heya em dagirkeran di serî de ji Başuurê Kurdistanê û ji tevahî Kurdistanê  dernexin wê têkoşîn bidom e. Em ê hesabê her dilopeke xwîna ku dagirker û hevkarên wan li Kurdistanê rijandine bixwazin. Ev jî deynê me ye.”

 

(bz)