HÎLAL RIZGAR/HEWLÊR

 

Di 24’ê Hezîranê de li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hilbijartin wê bên kirin. Di vê çarçoveyê de Partiya Demokratîka Gelan (HDP) jî ku tevlî hilbijartinê dibe, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de nûnerê partiyên siyasî, siyasetmedar û Hunermendan bang li gel kirin ku piştgirî bidin HDP’ê û dengê xwe bidin vîna xwe.

 

Nûnerê HDP’ê yê Başurê Kurdistanê Abid Îke ji bo hilbijartinên pêşwext ên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê wiha got: “Bi hilbijartinên Bakûrê Kurdistan û Tiriyê yên pêşwex xwestin weke darbeyekê partiyên dinê bê amadekarî bigirin. AKP ketiye nava neçariyekê ji ber wê serî li rêyek wiha daye. Xwest di pêvajoyek bivîrengî de hilbijartinê bide kirin. Li gorî têdîtin nikare dîplomasiya Tirkiyê birêve bibe, ji ber wê serî li rêyên wiha dide. Tirkiye ketiye nava panîkek a xebatên hilbijartinê. Îtifaqa AKP’ê li gel MHP’ê li ser dijminahiya Kurdane. Ji dema gotî: ‘Serî li ser laş nehêlin, kevir li ser kevir nehêlin.’ îtifaqa wan berdewame. Ger dijminahiya Kurdan nebe ji xwe her du partî nikarin li gel hev îtifaqê bikin.”

 

 

‘Ji Efrînê heya hilbijartinan heman îtifaq’

 

Îke bibîrxist ku îtifaqa wan li hemberî pirojeyên Ocalan ne û wiha domand: “Di dagirkirina Efrînê de jî heman îtifaq berdewam kirin. Li hember projên Rêbertiyê wan îtifaq kirine. Ji ber ew paradîgmayek gerduniya ji bo hemû gelane ji bo wê ye ewqas li hember dixwazin astengiyan çêkin. AKP dixwaze deshilatiya xwe berdewam bike. Ji xwe HDP jî projeya Rêbertiyê ye, ji bo wê wiha serde tên. Herî zêde Erdogan projeyên Rêbertiyê dixwîne û li gorî xwe dixe meriyetê. Ji bo di hilbijartinê de nehêle dengên dinê derkevin despêkê êrîşî ragihandinên alîgir kirine. Hemû medya ya li gorî xwe hêlaye.”

 

‘HDP ar şeref û namûsa me ye’

 

Hevserokê DBP’ê yê Navdema Berlînê Salih Urek jî di hilbijartinên pêş wext de hewcehî bi yekîtiya Kurdan dît û wiha wiha got: “Dema mijar Kurd be hemû partî û hêzên dagirker dibin yek. Hewceye em Kurd jî li hemberî wê helwesta wan bibin yek. Di aliyê siyasî, çandî, aborî û her warên jiyanê de ser me de tên. Divê em Kurd jî berjewendiyên xwe yên kesanî nexin pêşiya berjewendiyên netewî. Hewceye em hemû yekbin. Li Efrînê 72 balefir rakirin ser gel. Di şerên cîhanê yên mezin de jî teknîkek wiha nexebitandine.”

 

 

Urek xebatên hilbijartinê yên HDP’ê jî wiha nirxand: “HDP ar şeref û namûsa me ye. Em tiştek cuda naxwazin, werin dengê xwe bidin xwe, dengê xwe bidin HDP’ê. Ji Ewropa heya Bakûrê welat em bang li hemû gel dikin rengê xwe diyar bikin. Em ê li Ewrupa jî dengek bihêz derxîn ji bo hêzdana welat.”

 

Hunermend Burhan Sabir jî balkişand ser sedemên hilbijartin tên kirin û wiha pêde çû: “Her hilbijartin ji bo guhertinan tên kirin, em hêvîdarin ev hilbijartin jî wê bi xwe re guhertinan bîne. Her kes dixwaze guhertin bibe, ger her kes biherikin ser sindoqan wê guhertin jî bê kirin.”

 

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here