‘Hozan Mizgîn kesayeteke pir alî bû’

31

 

 

XURBET TALLÎ / ROJNEWS

 

 

Îro salvegera têkoşer, fermandar û hunermendeke mezin û pêşeng a gerîla Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) e.  Hozan Mizgîn di sala 1962’an de li Êlihê ji dayîk dibe. Di sala 1980’an de jî tevlî Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK dibe. Di sala 1983’an de di xebatên damezrandina Hunerkomê ya li Ewropayê de cih girt. Paşê derbasê nava refên gerîla bû. Di 11’ê Gulana 1992’an de li Garzanê şehîd bû. Di dîroka hunera Kurdî de weke fermandar û gerîlayeke hunermend tê nasîn. Gelek stranên wê yên navdar hene. Rêhevala wê ya têkoşînê Dîlan Spêrtî di salvegera şahadeta wê de li ser kesayet û şêwazê wê yê têkoşînê axivî.

 

 

Dîlan beriya behsa Hozan Mizgîn bike hemû şehîdên têkoşîna azadiyê yên meha Gulanê bîr tîne û wiha di axive: “Bextiyarim ku min hevaltî li gel hevaleke weke Hozan Mizgîn re kiriye.

 

‘Hevaltiya li gel Hozan Mizgîni bi rêwîtiyê dest pê dike’

 

 

Destpêka hevaltiya min a bi heval Mizgîn re bi rêwîtiya ji Botan ber bi Garzanê ve bû. Beriya me bikevin ser rê nêzî du sed heval li hev civiyan û moralek mezin çêkirin. Di vê moralê de heval Mizgîn sitranek got. Herkes bi dengê heval Mizgîn hejiya û bandor bû.

 

‘Kesayeteke pir alî bû’

 

Dîlan Sipêrtî behsa pir alî bûna kesayeta Hozan Mizgîn dike û dibêje, “Heval Mizgîn xwedî kesayeteke dagirtî bû. Hem di warê îdeolojîk, siyasî, leşkerî û civakî de hem jî di aliyê çand û hunerê de xwedî agahî bû û zanyariyên xwe hebû. Ango di van mijaran tev de xwedî hakîmiyet bû. Ji ber di her mijarê de xwedî hakimiyeteke baş bû zehf dilnizm bû. Ev dilnizimbûna wê dibû sedem ku ji aliyê tevahî hevalan ve û gel ve were hezkirin. Di nêzîkatiya xwe ya ji heval mirovan re de ferq û cihêwazî ne dixist navbera ti kesî. Kesayeteke hûmanîst bû ji lewma ji bo çareserkirina pirsgirêkên her hevalekî hewldaneke mezin dida û eleqeder dibû.

 

‘Cihê baweriyê bû’

 

Herkes jê bawer dikir ji lewma heta hevalên mêr jî dema pirsgirêkên wan çêdibû yanjî zehmetî jiyan dikirin berê xwe didan gel heval Mizgîn. Baweriya wan bi heval Mizgîn hebû ji her derdeke wan re bibe derman. Ji ber heval Mizgîn xwedî kesayeteke pir alî bû li hember ti tiştî bê çare nedima.”

 

‘Yekemîn berpirsa jin a eyaleta Garzanê bû’

 

Dîlan Sipêrtî dibêje, Mizgîn ne tenê hevaleke hunermed bûye di heman demê de fermandereke gerîla jî bûye û wiha pêde diçe: “ Heval Mizgîn yekemîn hevala jin a berpirsyara eyaleta Garzanê bû. Dema em ji bo bangeşeyê diçûn di nava gel de me bangeşeya çekdarî dikir heval Mizgîn ji bo gel li dora me kom bike hunera xwe dixist dewrê. Dema heval Mizgîn sitran di nava gund de digot herkes kom dibû û me bi vî awayî dikarî xwe bidin nasîn û gel rêxistin bikin. Heval Mizgîn zimanê gel û derûniya wan baş dizanî ji lewma di got rawestin ez dizanim wana çawa kom bikim. Ji ber vê hevala Mizgîn li herêma Garzanê bi gelparêzî û hunera xwe dengveda bû.”

 

‘Divê kes bê kar nebe’

 

Dîlan Spêrtî dibêje ku Hozan Mizgîn gelek girîngî bi kar û kedê di da û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Heval Mizgîn digot kesek ku kar neke mejiyê wê jî sekiniye û jiyaneke bê kar bê wate ye. Heval Mizgîn digot ku divê kes bê kar nemîne. Ji lewma li gorî herkesê karek didît. Gel jî li gorî hêz û qabiliyetan wan erkdar dikir û kar dida pêşiya wan. Ji lewma ev pir alî bûna hevala Mizgîn bû sedem ku bibe hozana gelê xwe.”

 

(bz)