Komîsyona hilbijartinê banga tevlîbûna hilbijartinan li gel kir

27

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

 

Têkildarî hilbijartinên parlementoya Iraqê ku biryare sibe 12’ê Gulanê were kirin Komîsyona serbixwe û bilind ya hilbijartinên Iraqê daxuıyaniyeke nivîskî weşand.

 

Komîsyon ragihand ku ji bo hilbijartinên sibe hemû amadekarî temam bûne û ji bo gel bi awayeke aram û bi ewle dengê xwe bikar bînin hemû tedbîrên pêwîst girtine.

 

Komîsyona hilbijartinê der barê hilbijartinên sibe werin kirin de jî van agahiyan da: “Wê ji bo hilbijartinên li seranserê Iraqê 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr dengê xwe bikar bînin. Wê gel li 8 hezar û 959 navend û 55 hezar û 232 nuqteyan bikarin dengê xwe bikar bînin.

 

Wê 4 hezar rojnamevanên ji dezgehên fermî yên Iraq û saziyên çapemeniya navnewî hilbijartinan bişopînin.

 

Ji bo hilbijartin di rewşeke bi ewle de derbas bibe komîsyona hilbijartinê 74 hezar 646 çadêr hatine erkdar kirin. Partiyan jî 133 hezar 415 kes ji bo çavdêriya sindoqan erkdar kirine.

 

Di nava çavdêrên navnetewî ku dixwazin hilbijartinan di cihê wê de bişopînin 329 rojnamevan jî hene.

 

Herî dawî jî komîsyon bang li gel kir ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.

 

(bz)