Leyla Qasim jinek têkoşer û çalekvana Kurdistanê bû

41

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Leyla Qasim jinek têkoşer ya Kurde, di sala 1952’ê de li gundê Bamîlî ya navçeya Xaneqînê ya parêzgeha Diyala ji malbatek hejar û welatparêz a Kurd hatiye dinyayê. Navê bavê Leyla, Qaim Hesene û karmendê şîrketa refîneya petrole ya Elwend bû. Piştî Qasim hate teqawîtkirin di sala 1971'ê de mala xwe ji Xaneqîn bire Bexda. Hemû xwişk û birayên Leyla (Sebîhe, Selam, Sefa, Selah) diçûn dibistanê. Li gel xwendina xwe her yek ji wan ji bo debara mala xwe kar jî dikirin.

 

Leyla Qasim cara yekem di sala 1958’ê de li navçeya Xaneqînê çû dibistanê û qonaxa seretayî û navîn li navçeya Xaneqîn temam kiriye. Di sala 1971’an de beşê sosyolojî li koleja Adab ya Bexdayê qezenc dike. Leyla bi temenê zarokti hejarî û bêçaretî jiyan kiriye. Zilm û zordariya rejima BAAS’ê ya li ser gelê Kurd dibine. Ev yek wisan dike ku hastên azadixwazî, xebat û têkoşînê li gel Leyla Qasim ava bibe.

 

Beşdarbûna Leyla Qasim a di nav  xebatên siyasî de

 

Leyla Qasim di wextek herî zûde dikev nav xebatê de û xwe digihîne rêxistinên netewî yên Kurdan . Di sala 1980’an de Leyla bi rêya birayê xwe Selam Qasîm peywendiyê li gel rêxistinên siyasî yên netewî çêdike û cihê xwe di rêzên ‘ Yêkitiya Xwendekarên Kurdistanê’ digire, xebat û têkoşîna xwe birêve dibe. Di nava xwendekarên Kurd ên li Bexdayê bandorek ya wê hebû. Herî zêde ji Leyla Qasim ji li gel xurtên Kurd xebatên berfireh dikir. Li diji yasaya mafê jinê binpê dikir radiwesta. Bi xwesteka xwe beşê sosyolojî hilbijart, ji bo ku bikare rastiya civaka Kurd derxwe holê.

 

 

Ji ber heskirinê tevlî nava refên pêşmergeyan bû

 

Leyla Qasim li gel hevrêyê xwe yê bi navê Cewad Hemewendî ku bi hev re xebat û çalakî dikirin, pir ji hev hes dikirin. Leyla xwendekara zanîngehê bû û Cewad jî di şîrketek ên Bexdayê de di xebitî. Belê heskirinek bê sînor di navbera wan de hebû. Leyla bi rêya Cewad demekê li herêmên Başûrê Kurdistanê tevlî nav rêzên pêşmergeyan bû. Armanca Leyla ya ji vê hîn zêdetir naskirina rewşa siyasî ya Kurd, bi şêweyek hîn baştir meşandina xebatên di nava bajaran de bû.

 

Berfirehkirina çalekiya û zêdebûna tirsa rejima BAAS

 

 Di Adara 1974’an de şer û êrîşên rejîma BAAS’ê li navçeyên Başûrê Kurdistanê destpêkir. Bi van êrîşan re hezaran welatiyên Başûrê Kurdistanê penaber bûn. Gund û navçeyên Kurdan hatin bombabarankirin. Li navçeyên Qelediz, Helebce û Rawanduzê dest bi pêla girtina rewşenbîr û xwendekarên azadxwaz kirin. Her wiha bi hezaran kesayetên civakê ji bo parastina mafê netewî diçin çiyan û çekên pêşmergetiyê hildidin. Her di wî wextî de Leyla Qasim, Cewad Hemewendî, Nerîman Fiwad û çen hevalên wan yê din wisan ji hevdû re digotin tenê xebat li ser çiyan nayê kirin. Pêwiste xebat û têkoşîn li bajaran were kirin, ji bo bikarin derbeyekê li dilê dijmin bidîn. Di vê qonaxê de gelek giringe. Ji bo wê em neçin çiyan em li paytexta Iraqê berxwedanê li diji dijminê  Kurdan xebat û tekoşîna xwe bikin.

 

Binçavkirina Leyla Qasim û hevalên wê

 

Li gel berfirehbûna şerên di sala 1974’an de dezgehên îstixbaratî yên rejîma Baasê bê navbera kesayetên Kurd yek bi yek di şopandin. Zêde ne kişand di 28’ê Nîsana 1974’ê de Leyla Qasim û li gel herçar hevalên xwe Cewad Hemewendî, Nerîman Fûad Mestî, Hesen Hemereşîd û Azad Silêman Mîran di encama operasyonek berfireh a hêzên asayîş û leşkerî ya rejîma Bexdayê de hatin binçavkirin. Rojnameya El Sure ya rejîma Baas, radiyo û televîzyona navxweyî ya Iraqê Leyla Qasim û hevalên wê weke terorîst binav dikirin. Belê li gel hemû êşkence û tundiyê de Leyla û hevalên xwe gav şûnde ne avêtin.

 

 

Leyla keçeke bêtirs, zîrek, axaftin xweş, esmer, bejin bilind, şirîn bû û di karê rêkxistinê û hizbatiyê de jî bi dîsîplîn û rêkûpêkî wezîfeyên xwe encam dida. Wê di çaxê ku di bin çavdêriya îstixbarata dewletê de bû jî bi cesaret bersiva pirsyarên rayedarên dewletê dida û di dadgehê de li rûyê hakimê Beesî nêrî û bi dengekî bilind wiha jê re got: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêyfxweşim ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

 

Darvekirin Leyla Qasim û çar hevalên wê

 

Rayedarên îstixbarata dewleta Iraqê dizanî ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimaba dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendekarên Kurd û Ereb pêkanîba. Ji bo wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û di roja 12’ê Gulana 1974'an de, di saet 07:00 berê sibê de Leyla Qasim û hevalên wê darve kirin. Piştî şehîdkirina wan, Selamê birayê wê jî li Bexdayê ji aliyê Beesiyan ve hat şehîdkirin. Guneha Selam tenê ew bû ku wêneyê Leyla gehandibû destê xwendekarên Kurd ku li Ewropa dixwendin û endamên (Yekitiya Qutabiyên Kurdistanê) YQK bûn. Dayîk û Bavê  Leyla Qasim ji ber windakina du zarokên xwe û bi êş û xemên mezin nedikarîn  û bivan xem û êşan çûn ser dilovaniya xwe.

 

 

Nûçeya darvekirina Leyla Qasim û hevalên wê bû sedem ku gelek ciwan bi taybetî hevalên wê yên xwendekar û rewşenbîr tevî nava refên pêşmergeyan bibin û ji bo domandina rêya şehîdên Kurdistanê xwe gehandin çiyayên Kurdistanê. Bi vî awayî Leyla Qasim bû pêşenga jinên şoreşger û sembola jinên Kurd. Gelê Kurd li hemî perçeyên Kurdistanê Leyla Qasim wekî qehremaneke neteweyî dibînin. Li sala 1974’ê dema ku Leyla hat şehîdkirin, li seranserî Kurdistanê bi hezaran dayikên Kurd navê Leyla li zarokên xwe yên keç kirin.

 

Piştî salên dûr û dirêj rêya Leyla Qasim bi şêweyekê berfirehtir ji aliyê keç û jinên Kurd ve hat domandin. Gelek helbestvan û sitranbêjan qala qehremaniya Leyla kiriye û li ser wê helbest û kilam nivîsî ne. du ji van jî helbestvanên binav û deng ên Kurd Seyda Hêmin Mûkryanî û Cigerxwîn in.

 

 

(rn)