Li Dersimê teqîn: Gelek leşkerên Tirk mirin û birîndar bûn

48

           

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Leşkerên Tirk duh bi şev li herêma navbera Dersim û Erzînganê derketin operasyonê. Li ser rêya bejahî ya navbera Dersim-Erzînganê dema leşkerên Tirk derbas dibûn teqînek bû.

 

Li gorî nûçeya ANF'ê, ji ber teqînê gelek leşker mirine û birîndar bûne.

 

HPG'ê hîn li ser mijarê daxuyaniyeke fermî nedaye. Rayedarên Tirk îdîa kirin ku leşker tenê birîndar bûne.