Navê 5 berpirsên DAIŞ’ê yên hatine girtin

45

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro danê sibê navenda ragihandina asayîşa Iraqê bi daxuyaniyekê diyarkir ku di encama operasyonek ya nava  sînorê Iraq û Sûriyeyê de 40 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û 5 jî dîl hatin girtin. Iraqê got ku hinek ji wan çeteyan rol di dagirkirina Musil û Enbar de lîstine.

 

Herwiha got; “Piştî dîl girtina çeteyan, lêkolîn di derbarê wan de hatiye destpêkirin, di encama lêkolînê de gelek agahiyên girîng hatine bi dest xistin. Piştî wê êrîşek ezmanî li ser çeteyên DAIŞ’ê hatiye kirin.”

 

Herî dawî navenda asayîşa Iraqê got; “Hêzên ezmanî yên operasyona hevbeş civînek ya çeteyan kiriye hedef û di encama êrîşê de 40 çete hatine kuştin.”

 

Navê herpênç berpirsên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin wiha ye: Îsmail Alwan Salman El-İthawi (Ebu Zeyd el Iraki), Saddam Omer Yahya El-Jamal (ubu ruqeya ensari), Muhammed Huseyin (ebu seyf el şeiti), İssam Abdulkadir El-Zobaie (Ebu Abdul Haq el İraqi), Omer Şihab Hammad Karbouli (Ebu Hafs el-Karbouli)