ROZE MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Ji bo 46 kursiyên Parlamentoya Iraqê li Herêma Kurdistanê 503 kesan li ser 25 lîsteyên partiyan û kaolîsyona xwe weke namzet nîşan dane û wê di 12'ê Gulanê de, bi hev re bikevin pêşwaziyê.

 

Serok û namzetên  lîste û koalîsiyonên partiyên siyasî yên ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi rêya ajansa me peymanên xwe yên dawiyê parvekirin.

 

Serokê lîsteya Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Ehmed Hecî Reşîd wiha got; "Peyama me ji bo xelkê ewe ku heta 4 salên din ev derfet ji bo xelkê dubare nabe, lewma pêwîste di vê hilbijartinê de ew alî û namzetên ji bo xelkê kar bikin hilbijêrin. Em li bendê ku xelkê zêdetir piştgiriya me bikin. Di pêngava propagandayê de, mal bi mal û derî bi derî pêşwaziyekî baş li me dikirin, herwiha li gorî anketên nefermî hatine kirin, rêjeya dengê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê zêde bûne."

 

Namzetê Tevgera Goran yê Silêmaniyê Xalib Mihemed diyar kir ku wê hewl bidin ku madeyên destûra Iraqê yên ji bo xelkê bi sûdin pêk bînin û wiha destnîşan kir; "Herwiha emê hewl bidin ku nefta spî bidin welatiyan û dahata neftê bêxin xizmeta welatiyan û mûçeyên wan bên dayîn. Li gorî pêşwaziya xelkê li me kiriye û jiyana desthilatdariya Herêmê pêşkêşî Kurdan kiriye û xaka Kurdistanê ji dest daye, herwiha li gorî anketên ji aliyê rêxistinan ve hatine çêkirin, em di wê baweriyê de ku emê kursiyên zêdetir bînin. Emê bibin dengekî bi hêz ji bo mafên xelkê Kurdistanê."

 

Serokê Nifşê Nû yê Parêzgeha Silêmaniyê Serkewt Şemsedîn ku Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Eniya Demokratîk a Gel di nava lîsteya Nifşê Nû de cih digre, wiha destnîşan kir, "Hêvîdarin ku welatî hilbijartinên vê carê bikin rawestgehekî girîng ji bo cezakirina wan hêzên ku 27 sale Başûrê Kurdistanê bi rêve dibin. Bi dengên xwe çarenûsa xwe biguherin û bikarin bi tolhildanekî medenî li hêzên texlîdî bikin."

 

'Serketina hêzên nû misogere'

 

Serkewt Şemsedîn eşkere kir ku serketina hêzên nû misogere û got; "Li hemû parêzgehan em li gel hemû hêzan di nava pêşbaziyê de ne."

 

Seroka lîsteya Sosyalîst ê Silêmaniyê Tanya Tahîr jî wiha axivî; "Peyama me ji bo xelkê Kurdistanê ewe ku biçin ser sindoqan û bi azadî dengê xwe bidin. Peyama me ji bo aliyên siyasî jî ewe ku encamên hilbijartinê bi awayekî demokratîk qebûl bikin. Nebin sedema parçebûna nava mala Kurdî û bi yekrêzî li Bexda gavan bavêjin. Pêşbînî dikin ku kursiyan bi dest bixin."

 

'Wê hilbijartin çerenûsa miletê Kurd diyar bike'

 

Seroka lîsteya Partiya Komunîst ( Hizba Şûî) ya Silêmaniyê  Şilêr Ebdulmecîd diyar kir ku wê ev hilbijartin çarenûsa miletê Kurd diyare bike û wiha pêde çû; "Em daxwazê dikin ku welatî beşdarî hilbijartinê bibin û nûnerên rasteqîn hilbijêrin. Wan kesan hilbijêrin ku xaka Kurdistanê nefirotîne. Em pêşbînî dikin ku kursî bi dest bixin. Ji ber ku welatiyan em bi germî pêşwazî dikirîn."

 

Namzetê Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê Mardîn Ebdulkerîm jî wiha axivî; "Em daxwazê ji welatiyan dikin ku bêyî ku bitirsin biçin li ser sindoqên dengdanê. Em bi bawerin ku emê serketinê bi dest bixin. Em gelê xwe ji piştrast dikin ku emê hemû mafên wan bi dest bixin."

 

Namzetê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Şerko Cewdet têkildarî hilbijartina got; "Hêvîdarim ku ev hilbijartin bibin sedem ku em hemû bi hev re guhertinekî bi rast bikin û dersê ji şaşiyên buhrî bigirin. Wê dengê Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê zêde bibin. "

 

Namzetê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê Silêmaniyê Rizgar Ejî Goran der barê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê de ev peyam da; "Hêvîdarim ku xelk deng bidin me, ji ber ku em pirsgirêka di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de çareser bikin. Eger pirsgirêkan li Bexda neyên çareserkirin, mijara referandûmê emê zindî bikin. Ji ber ku destûra Iraqê bi xwe rê dide ku Kurd rêyeke din hilbijare, eger Iraq li gorî destûrê neçe."

 

Rizgar Ejî Goran diyar kir ku wê dengên PDK'ê zêde bibin.

 

Herwiha namzeta Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Silêmaniyê Mîran Mihemed wiha got;"Weke YNK em li Bexda dijitiya siyaseta piranî û kêmîne dikin, ji bo ku mafên Kurdan bi dest bixîn. Hewiha peywendî û peymanên Mam Celal bi kar tînin, ji bo bi hev re jiyanbûnê û aştiya di nava gelên Iraqê de çêbikin. Emê di vê hilbijartinê de dengê xwe zêde bikin. Ji ber ku YNK bi coş ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazî kirin. "

 

Li seranserî Iraq û Herêma Kurdistanê wê di 12'ê Gulanê de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê pêk werin, duh dengdana taybet li Herêma Kurdistanê û Iraqê pêk hat.

 

(ab)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here