Şehîdên raperînên Seyidsadiq hatin bîranîn

40

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê vê êvarê bi merasîmekê şehîdên raperînên li navçeyê li dijî rejîma Baas'ê ya Iraqê pêkhatin, hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ji aliyê Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Seyidsadiq ve hat organîze kirin.  Gelek malbatên şehîdan û nûnerên hikûmî û partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

 

Herwiha di merasîmê de perde li wer tabloyên şehîdên raperînan hatin rakirin.

 

Di merasîmê de malbatên şehîdan û nûnerên partiyan axivin û bal kişandin li ser dîroka zilm û zordariya rejîma Baas a li dijî gelê Kurd  û berxwedana gelê Kurd a li dijî zilmê.

 

Di dawiya merasîmê de ji aliyê malbatên şehîdan ve perde li ser tabloyên beşek ji şehîdnên raperînên salên 1982 û 1987'an hatin rakirin.

 

Di 3'ê Gulana sala 1982'an de û di 12'ê Gulana sala 1987'an de gelê Seyidsadiq li dijî rejîma Baas a Iraqê rabûn li ser piyan. Di herdu raperînan de zêdetirî 50 welatî şehîd bûn.

 

 

 

 

 

(ab)