Xebatên xizmetê yên Şaredariya Şengalê didomin

29

 

 

ŞENGAL/ ROJNEWS

 

Xebatên şaredariya gel ya Şengalê berdewam dike. Şaredarî ku beriya mehekê li Şengal û gundewarên wê xebatên rêyan destpêkirbû, hêjî dewam dike.  Bi xizmetê ve girêdayî şaredariyê îro jî li bajarokê Xanesorê dar çandin.

 

Li ser kar û xebatên şaredariyê Celal Meto axivî û got; “Me beriya mehekê me ev baxçe vekirbû, me îro wek şaredariya Xanesorê dest bi dar çandinê kir. Emê li gorî derfetan xebatên xwe li hemû gundên Şengalê bimeşînin û xizmeta gelê xwe bikin.”