Baranê navber da dengdanê

36

 

 

 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Li gel û gundewarên wê, gelê êzidî cara yekem bi coş û heyecan berê xwe dan navendên hilbijartinê û ji bo parlamenteriya Iraqê ku koteyek Êzidiyan jî heye, deng dan. Ji bilî hin pirsgirêkên teknîkî û hewldanên biçûk, heta niha astengiyên cidî derneketine.

 

 

Li 8 navendan bi hezaran kes ji bo dengdanê ketin rêzê. Lê di saetên piştî nîvro de, baranek dijwar destpê kir û welatî neçar man vegerin malên xwe. Li navenda Şengal, bajarokên Sinûnê, Xanesorê, gundên Borik, Guhbel, Dahola ji ber barana dijwar welatî nikarin biçin navendên hilbijartinê. Lewma li navendan dengdayîn jî sekinî.

 

Ji ber baranê gelek kolan di bin avê man. Welatiyên li derve man jî zehmetî kişandin.

 

(bz)