Dengdana Guhbelê nêzî 4 saetan hat astengkirin

34

 

 

ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Di saetên serê sibehê de, welatiyan ji bo dengdayînê berê xwe dan navenda dengdanê. Lê komeke ku li wir civiyabû, gotin “Em ê li sindoqan bisekinin û dengan jî em ê bidin”. Lewma jî dengdayîn pêk nehat. Erkdarên komîsyona hilbijartinê jî nekarîbûn karê xwe bimeşînin.

 

 

Li ser vê yekê gelê Guhbel xwest ku biçe gundê Borik û li wir dengên xwe bidin. Piştî hewldan û mudaxeleyên nêzî 3 saet û 45 deqeyan (10.45) dom kirin, li Guhber dengdayînê destpê kir. Dengdan berdewam dike.

 

(bz)