XURMAL/ ROJNEWS

 

Îro di dema tevlîbûna proseya dengdanê de, welatiyek yê bajarokê Xurmal a girêdayî parêzgeha Helebce bi navê Enwer Ehemed li navenda dengdanê ya li Dibistana Ehmedî Hacî jiyana xwe ji dest da.

 

Enwer Ehmed nexweşiya dil hebû û pêş demekî emelyat bibû. Belê bi xwe pir xwest biçe dengê xwe bide. Di dema ketina hindir a cihê dengdanê de pêş dengê xwe bi kar bîne jiyana xwe ji dest da.

 

Enwer Ehmed di sala 1954’ê de li bajarokê Xurmal ji dayik bûye. Cenazeyê Enwer Ehmed wê îro li Xurmal bê spartina axê.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here