Ebadî: Wê ev hilbijartin pêşeroja Iraqê diyar bike

26

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Îro di saet 07.00’ê sibehê de hilbijartina parlementoya Iraqê ku dest pê kir bi hemû leza xwe dewam dike. Serokên partî, lîste û koalîsyonan û rayedarên Hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê jî li bajarên cûda cûda dengê xwe bikar tînin.

 

Serokwezîrê Iraqê û di heman demê de Serokê Hevpeymana Nesir Heyder Ebadî li Bexdayê dengê xwe bikar anî.

 

 

Ebadî piştî dengê xwe bikar anî li navenda dengdayînê peyamekî da çapemeniyê û ragihandin wê hilbijartinên parlementoyê pêşeroja Iraqê diyar bike.

 

Ebadî ji gelê Iraqê jî xwest ku dengê xwe bikar bînin û wiha axivî, “Hilbijartin girîngin û pêşeroja Iraqê diyar dike. Divê hemû hilbijêrên li Iraqê îro biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.”

 

Ebadî di heman demê de diyar kir ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinên berê niha du rojan ji bo hêzên ewlekariyê pêkhat baş bûye û pirsgirêkên ku wê rojê di desteya bikaranîna dengan de çêbûye îro hewl tê dayîn were çareser kirin.

 

(bz)