Ebdulla: Divê aliyên siyasî bi yekdengî biçin Bexdayê

25

 

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla îro serê sibehê li dibistana Kaşman a li bajarê Silêmanî dengê xwe bikar anî û piştî dengdanê jî peyama xwe ya hilbijartinê da.

 

 

Ebdulla hêviyên pêkhatina guhertinek li Başûr û Iraqê anî ziman û got: “Em soz didin gelê Başûr û Iraqê ku ger dengê xwe bidin û aliyên siyasî jî bi yekdengî biçin Bexdayê, wê ji salên darbasbûyî cûda kar ji bo bidestxistina mafê Kurd bikin.

 

Ebdulla diyar kir ku tişta ku berê rû dida û nakokiyên ku hebûn dibû sedem ku ew nekarin di çarçoveya Iraqê de mafê gelê xwe biparêzin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di vê çarçoveyê de daxwaza Iraqeke federal û Kurdistaneke azad dikin. Herwiha daxwaza wê dikin ku destûra bingehîn ya Iraqê were pêk anîn û mafê Kurd û hemû pêkhateyên ciyewaz jî werin dayîn.”

 

 

 

 

(bz)