NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî çapemeniya Iraqê îro belav kiriye, çeteyên DAIŞ’ê êrîşê nuqteyek polîsên Federal û Heşdî Eşarî li nêzî gundê Seduniye li bajarokê Reşîde ku dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê. Di êrîşê de 4 polîs hatine kuştin û 2 endamên Heşdî Eşarî jî hatine kuştin.

 

Li sînorê parêzgeha Diyale hêzên Iraqê 2 çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwestin xwe bi navendek a dengdanê ve bi teqînin kuştin.

 

Li aliyek din li gor agahiyên jêderek dane RojNews, çeteyên DAIŞ’ê 5 guleyên hewanê avêtine navenda dengdanê ya li sînorê bajarokê Gulale.

 

Çeteyên DAIŞ’ê dixwazin bi van êrîşan tevlîbûna welatiyan a ji bo hilbijartinê asteng bikin.

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here