Gefa ‘Dengê xwe bidin partiya me’ li Êzidiyan tê xwarin

26

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Îro li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlementoya Iraqê dest pê kir. Komîsyona hilbijartinên Iraqê hewl dide bi hinek tedbîran pêşî li sextekarî û hîleyan bigirin. Lê hinek partî û lîste gef li welatiyan dixwin ku dengê xwe bidin wan. Herî dawî hate zanîn ku Êzidiyên li hinek kampên Dihokê de weke koçber dijîn li rastê gefên hinek partiyên li herêmê desthilatin tên. Hate zanîn ku gef li koçberên Êzidî xwarine û gotine ger ew deng nedin partiyên wan ew ê wan ji kampê biavêjin.

 

3’yê Tebaxa 2014’an ji ber êrîşên qirkirinê yên DAIŞ’ê neçar man ku koçê Dihokê bikin û li kampên Kabertu, Bêrsivê û Şariya bi cih bibin. Hikûmeta Iraqê her meh tenê 20 hezar dînar fon weke alîkar dide.

 

Êzidiyên ku şert û mercên xwe yên jiyanê xirabin û li kampên Dihokê de dijîn 12 malbatên 39 hilbijêrn xwe hene niha li Silêmaniyê di karên cûda de dixebitin.

 

Rayedarên kampên Dihokê rojek beriya hilbijartinê li ev koçberên Êzidî ku di heman demê de alîgirên PADÊ ne geriyan û ji wan xwestine ku roja hilbijartinê werin Dihokê û gotine, “Eger hun dengê xwe nedin partiya me em ê we ji kampê biavêjin.”

 

Êzidiyên ku bi sedema ewlekariyê nexwestin derkevin pêş kamerayan hê li Silêmaniyêne û dixwazin ev pirsgirêk di demeke zûde çareser bibe. Ev koçber dixwazin bi awayeke azad dengê xwe bikar bînin.

 

Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) cara yekeme ku bi lîsteya hejmara 169  tevlî hilbijartinê dibe. Êzidî bi wê bawerin ku PADÊ dikare îrade û mafê wan ya li parlementoyê biparêze. Ji lewma jî piştgiriyê didin. Lê, ji bo ev alîgirên PADÊ bi awayeke azad dengê xwe bikar neyênin hinek aliyên siyasî zext li hilbijêrên Êzidî dike. Endamê PADÊ Şex Cemal Qasim ji me re got ku piştî vê bûyerê hilbijêrên Êzidî yên mexdûr li wan geriyane û wan agahdar kirine.

 

Cemal Qasim diyar kir ku welatiyên mexdûr zehf nebaş bûne bi girî ji wana re ragihandine û gotine ku ev jî fermaneke dine li ser wan pêk tê.   

 

Wêne: arşîv

(bz)