Hezar û 700 koçberan nekarîn dengên xwe bidin

31

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Li kampa Aştî ya li rex bajaroka Erbet a Silêmaniyê ku koçberên ji Musul û Şengalê lê dimînin, ji serê sibehê ve welatiyan berê xwe dan navendên hilbijartinê. Welatiyên ku kartên wan ên hilbijartinê hene, dengên xwe bikar anîn. Lê waletiyên ku navên wan di lîsteyan de nebûn an jî kartên wan ên hilbijartinê nebûn, nekarîn dengên xwe bidin.

 

Şêniyên kampê têkildarî mijarê agahî dan RojNewsê û destnîşan kirin ku gelek welatiyan kartên wan ên hilbijartinê nebûn, lê bi nasnameyên xwe deng bikar anîne. Lê belê bi taybetî koçberên Şengalê yên ku kartên wan nebûne, nekarîne bi nasnameyan dengê xwe bidin.

 

Koçberan gotin ku hezar û 700 kesan bi hinceta ku kartên wan ên hilbijartinê nîn e, nekarîne dengên xwe bikar bînin. Welatiyên kartên hilbijartinê tunebûn, xwestin bi nasnameyên xwe deng bidin, lê ew jî nehat qebulkirin. Dengdêran destnîşan kirin ku wan li ser mijarê bi endamên komîsyona hilbijartinê ya li kampê re hevdîtin pêk aniye, lê rayedaran gotine ku haya wan bi vê mijarê nîne.

 

Tevî ku berê Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinê gotibû ku welatiyên dengê xwe tomar nekirine dikarin bi agahiyên xwe yên nasnameyê deng bidin jî lê, niha qebûl nake ku ji derveyî dengdana bi sîstema elektronîk welatî dengê xwe bikar bînin.  

 

(bz)