Hezar welatiyên koçber  li Xaneqînê nekarin deng bidin

37

 

 

 

EMÎR XENEQÎNÎ / ROJNEWS

 

Li navçeya Xeneqînê ji ber sedemên zextên li ser navendên dengdanê yên koçberan û xerabûna amêrên dengdanê hezar welatiyên koçber nekarin dengên xwe bidin.  Têkildarî mijarê Berpirsê Saziya Koç û Koçberan a navçeya Xaneqînê ya ser bi Parêzgeha Diyale Esam Xalidî agahî dan ajansa me.

 

Berpirsê Saziya Koç û Koçberan a navçeya Xaneqînê ya ser bi Parêzgeha Diyale Esam Xalidî ev agahî dan; "Ji saet 07:00'an û heya niha welatiyên koçber berê xwe didin navendên dengdanê, lê ji ber gelek zext li ser navendên dengdanê hene û ji ber xerabûna beşek ji amêrên dengdanê dengdan gelek bi sistî pêk hat. Hezar koçberî deng nedan. Ango ji sedê 40'ê koçberan deng nedan. "

 

 

 

 

Berpirsê Saziya Koç û Koçberan a navçeya Xaneqînê ya ser bi Parêzgeha Diyale Esam Xalidî eşkere kir ku polîsên parastina navendên dengdanê li welatiyan dan û binpêkirin kirine.

 

 

 

Herwiha Berpirsê Ragihandina Komîsyona Hilbijartinê ya Diyale Hesen Pîrwelî jî wiha destnîşan kir; "Ji bo koçberan du navendên dengdanê hatibûn vekirin, lê ji ber zextên zêde yên li navendên dengdanê pirsgirêk û alozî çêbûn. Ji ber ku gelek koçber hatin navendên taybet ên ji bo koçberan hatin vekirin."

 

(ab)