Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê: 3 sivîl şehîd bûn

20

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di encama teqîna mayînên ku DAIŞ′ê li herêmê ji berê bi cih kiribûn de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

 

Fermandariyê di daxuyaniyê de ev agahî da: ″12′ê Gulanê li avahiyeke rûxiyayî ya bajarê Reqayê mayînên ku DAIŞ′ê çandibû, teqiyan. Di encamê de 3 welatiyên ku bermahiyên şer paqij dikirin, şehîd bûn. hejmarek welatî jî birîndar bûn.”