NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

Hilbijartinên dema 4’an a Parlamentoya Iraqê destpê kirin. Ji bo hilbijartinên ku di saet 07.00’an de destpê kirin, gel berê xwe dide binkeyên dengdanê.

 

Li gorî zanyariyên Komîsyona Hilbijartinê dengdayîn wê heta saet 18.00’an dom.

 

 

Li Herêma Kurdistanê û serarserê Iraqê 24 milyon 349 hezar û 357 hilbijêr wê li 8 hezar û 959 navend û 55 hezar û 232 nuqteyan dengên xwe bikar bînin.

 

Di hilbijartinan de 6 hezar û 904 namzet wê ji bo 329 kursiyên parlamentoyê bikevin pêşbirkê.

 

Li Kurdistan û Iraqê bi giştî 320 hêz û hevpeymanên siyasî bi 88 lîsteyan dikevin hilbijartinê. Ji vana 215 jê partiyên siyasîne, 27 jî kaolîsyon in.

 

328 kursî li ser 18 parêzgehên Iraqê dabeş dibe. Li gorî vêya Bexda 71 kursî, Mûsil 34, Besre 25, Zîqar 19, Silêmanî 18, Babil 17, Hewlêr 16, Enbar 15, Diyale 13, Kerkûk 12, Necef 12, Dihok 12, Selahedîn 12, Kerbela 11, Wast 11, Dîwanye 11, Mîsan 10, Musenaş 7 kursî.

 

Li Herêma Kurdistanê 46 parlamentêr tên hilbijartin

 

Ji hilbijêran 3 milyon 144 hezar û 730 kes li parêzgehên Herêma Kurdistanê (Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê) dengê xwe bikar tînin.  Li Herêma Kurdistanê jî 503 namzet li ser navê 25 lîste û hevpeymanan dikevin pêşbirkê.  

 

Sedî 25 kotaya jin

 

Li gorî yasaya Iraqê di hilbijartinan de ji sedî 25 kotaya jin heye. Di nava namzetan de Iraqê de 214, li Herêma Kurdistanê jî 146 namzetên jin hene.

 

Li parlementoya Iraqê kotaya bawerî û pêkhateyên ciyewaz jî 9 e. Ji vê kotayê 5 Xiristiyan, yek Êzidî, yek Sabiî, yek Şebek, yek jî Kurdên Feylî ye.

 

Wê sindoqên elektronî bên bikaranîn

 

Ji bo dengdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê sindoqên elektronî tên bikaranîn. Her dema ku dengdêr dengê xwe bikaranîı wê yekser bi rêya înternetê ji bo komîsyona hilbijartinê ya Bexda were şandin. Wê bi rêya van sindoqan demek kurt encamên hilbijartinê bên eşkere kirin. Cara yekeme ku Iraq derbasê sîstema hilbijartinê ya bi elektronîk dibe.

 

4 hezar rojnamevan

 

Wê 4 hezar rojnamevanên ji dezgehên fermî yên Iraq û saziyên çapemeniya navnewî hilbijartinan bişopînin.

 

Ji bo hilbijartin di rewşeke bi ewle de derbas bibe komîsyona hilbijartinê 74 hezar 646 çadêr hatine erkdar kirin. Partiyan jî 133 hezar 415 kes ji bo çavdêriya sindoqan erkdar kirine.

 

SILÊMANÎ

 

 

 

 

HELEBCE

 

 

HEWLÊR

 

(bz)

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here