‘Îro wê dîrok bê guhertin’

33

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro namzetên lîsteya 120 (Nifşê Nû) ku ji Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Tevgera Nifşê Nû û Eniya Demokrasiya Gel pêk tê li parêzgehên Iraqê çûne ser sindoqên dengdan û nêrînên xwe yên der barê giringiya hilbijartinê de ji RojNews re anîn ziman.

 

Namzetê parêzgeha Silêmanî yê lîsteya 120 Dr. Şiwan Ebdullah li ser hilbijartinan wiha got; “Îro wê dîrok bê guhertin. Xetek têkoşînê ya nû wê çêbibe. Dikare bibe bingehê anîna siyasetek adil û exlaqî.”

 

 

Şiwan Ebdullah diyar kir ku ew daxwaz dike welatî bê dudilî û bê tirs tevlî van guhertinên mezin bibin.

 

Her wiha namzeta lîsteya 120 li parêzgeha Selahaddîn Ronak Mecîd jî li ser hilbijartinê wiha got; “Daxwaz ji welatiyan dikim ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Ji bo sîstemek rêveberiya demokratîk çêbibe û gendelî bê tinekirin.”

 

 

Namzeta lîsteya 120 li parêzgeha Diyale Dr. Rabîa Ebas jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Dengdan pir hêdî pêk tê, gel kême. Dengdan erkek navnetewî û niştîmanî ye ku welatî dengê xwe bidin. Ji welatiyan daxwaz dikim ku dengê xwe bidene namzetên ku parastina mafê giştî û welatiyan dikine.”

 

 

(rn)