NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

Îro li gel destpêkirina projeya dengdana ji bo hilbijartina parlementoya Iraqê, pirsgirêk di amûrên elektronîk yên dengdanê de derketin.

 

Pirsgirêkên amûrên dengdanê li gelek bajarên Iraqê û Herêma Kurdistanê (Dihok, Zaxo,Kerkûk, Silêmanî, Bazyan, Hewlêr, Giwêr, Mexmûr, Seyîdsadiqü Helebce, Kelar, Soran, Çoman) gelek amûrên dengdanê xirabûne û ji ber vê jî proseya dengdanê li van cihan sekinî.

 

Hilbijêrekî li bajarê Hewlêrê jî ragihand ku ji ber amûra dengdanê xirabûye wan dengê xwe avêtine anva sindoqeke hilbijartinê ya kevin.

 

Berpirsê ragihandina baskê Komîsyona Serbixwe ya Hewlêrê Serdeşt Mihemed diyar kir ku divê deng bi sîstema elektronîk be ji bo bikarin bihêjmêrin. Her wiha diyar kir ku qet agahiya wan jê tineye ku dengdaniyîn bi sısıtema kevin hatiye dayîn.

 

Nûnerekî Komîsyona hilbijartinê li dibistana Segirme ya Kerkûkê jî ragihand ku ji ber herî zêde hilbijêrên li taxên Kurd diçin ser sindoqê ji lewma zexteke cidî li ser amûran çêdibe û dibe sedem ku xirap bibin.

 

Her wiha diyar kir ku komîsyon bi berdewamî hewl didin pirsgirêkên teknîkî çareser bikin.

 

Her wiha Rêveberî navendeke hilbijartinê ya li Helebceyê jî diyar kir ku li gelek cihan amûrên dengdanê kar nekirine û ew nuqteyane hê jî nekarîne deng bidin. Diyar kir ku hewl tê dayîn ev pirsgirêk çareser bikin.

 

Çavdêrên li ser sindoqan yên li Ranyayê jî wer difikirin ku partiyên dethilat pirsgirêk di van amûran de çêdikin û dibêjin ku bizanin di kîjan sindoqê de kêm deng tînin pirsgirêk di wê sindoqê de derdixin.

 

Eger ev pirsgirêka amûrên dengdanê çareser nebe îhtîmale ku dengê gelek welatiyan winda bibin. Ji ber ku wê di saet 06.00’an de êdî dawî li dema dengdanê were.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here