CÎHAD HAWRAMÎ/ HELEBCE

 

Îro dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destpêkir. Welatî û berpirsên siyasî danê sibê saet 07:00  ve dicing ser sindoqan. Waliyê Helebce Elî Osman jî piştî ku dengê xwe bikaranî daxuyaniyek çapemeniyê da.

 

Elî Osman bang li welatiyan kir û got; “Divê ji bo bi hêzbûna gelê me li Iraqê, welatî bi germî beşdariya xwe ya ji bo hilbijartinan re bikin û dengê xwe bi karbînin.”

 

Herwiha Osman di derbarê parastina navendên dengdanê de jî axivî û got; “Me bi rêya lijneya parastinê planek taybet ji bo parastina navendên dengdanê daniye. Hêvîdarim wê ti pirsgirêkek di aliyê parastinê de çênebe. Heya niha ti pirsgirêk derneketiye.”

 

(rn)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here