HEWLÊR/ROJNEWS

 

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dewam dikin. Namzetên lîsteya 120 yên parêzgeha Hewlêr Qasim Ebdulah û Kosret Ehmed piştî ku dengê xwe bikaranîn ji RojNews re axivîn.

 

Kosret Ehmed destpêkê axivî û got; “Îro rojek ji rojên çarenûsa dîrokî ya gelê Kurde. Îro gelê Kurd dikare bi dengê xwe çarenûsa xwe diyar bike.”

 

 

Herwiha namzetê din yê lîsteya 120 Qasim Ebdulah jî got; “Em jî wek her welatiyek yê nîştiman tevlî hilbijartinê bûne û dengê xwe bi karanî. Ez daxwazê ji xelkê Hewlêr dikim da ku dengê xwe bikar bînin. Ji bo ku guhertin di sîstema desthilatê ya Herêma Kurdistanê de çêbibe, divê gel bi girseyî dengê xwe bikar bînin.”

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here