Ji derveyî PDK û YNK’ê hemû aliyên siyasî nerazî ne

41

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Her çiqas hîn encamên fermî yên hilbijartinên Parlametoya Iraqê nehatine eşkere kirin, lê aliyên siyasî bi daxuyaniyan guman û bertekên xwe anîn ziman.

 

Tevgera Goran, Nifşê Nû, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê û Hizba Komunîst encamên hilbijartinê red kirin û ragihandin ku di hilbijartinan de alozî û sextekarî hatine kirin.

 

Lê heya niha Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser mijarê ti ti daxuyanî nedane ku tê gotin dengê wan li pêşin.

 

(ab)