SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

Piştî ku hilbijartinên dema 4. a Parlamentoya Iraqê bi dawî bû, alîgirinên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmanî, Helebce, Kelar û çend navendên din daketin qadan û dest bi şahiyên serketinê kirin.

 

Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê heya niha bi fermî encamên hilbijartinê eşkere nekirine. Lê Tevgera Goran, Nifşê Nû, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê, Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê û Hizba Komunîst encamên hilbijartinê red kirin û ragihandin ku di hilbijartinan de alozî û sextekarî hatine kirin.

 

 

(ab)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here