Kasibkarên Tehranê jî dest bi grevê kirin

36

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Piştî greva giştî ya kasibkar û dikandarên bajarê Bane yê girêdayî parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, îro beşek ji dikandar û kasibkarên paytexta Îranê Tehranê dest bi grevê kirin. Ev jî bi armanca nerazîbûna li hemberî rewşa nebaş a aboriya welate.

 

Pêştir dikandar û kasibkarên bajarê Bane 25 rojan li dijî girtina sînorên li ser kolberan û bilindbûna nirxê bac û gomirkê, greva giştî lidar xistin.

 

Duh beşek ji dikandar û kasibkarên paytexta Îranê Tehranê bang kirin ku wê li hemberî rewşa xerab a boriya welat ji roja Şemiyê (îro) dest bi grevê bikin.

 

Pêş du rojan mamostayên Tehranê û bajarên Sine, Merîwan, Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê li dijî taybetkirina dibistanan, her wiha bêparkirina mamostayan ji mafên wan ên civakî û darayî li ber dibistanên xwe çalakî lidar xistin.

 

Di heman rojê de beşek ji mamostayan li Tehranê hatin binçavkirin û heya niha çarenûsa gelek ji wan ne diyare.

 

Cihê bîranînê ye ku çalakiyên nerazîbûnê yên mamostayan rojek piştî roja salvegera darvekirina şehîd Ferzad Kemanger bûn. Ev roj ji aliyê mamostayên Îran û Kurd ve weke roja mamostayan hatiye diyarkirin.

 

(rn)