Kerkûkî: Ev hilbijartin xwedî girîngiyeke taybet e

22

 

 

ROJNEWS / KERKÛK

 

 

Îro dengana ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê saet 07.00’ê sibehê destpê kir û wê heya saet 18.00’ê êvarê bidome. Namzetê Lîsteya 120 ya Nifşê Nû Hisên Kerkûkî ku endamê Rêveberiya Tevgera Azadiye piştî dengê xwe bikaranî peyama xwe ya ji bo hilbijartinê da.

 

Hisên Kerkûkî diyar kir ku wê îro guhertineke mezin rû bide û got: “Wê îro guhertinek mezin rû bide rojeke dîrokiye. Îro weke hemû welatiYên din welatiyên Kekûkî jî çun ser sindoqan û dengê xwe bikaranîn. Bi dîtina min guhertineke cidî wê rû bide. Hem di warê siyasî de hem jî di warê rêveberiyê de.”

 

Kerkûkî daxuyakirin ku ev hilbijartin ji bo wan hilbijartineke girînge û wiha pêde çû: “Ji ber ku guhertinek li Kerkûk û herêmên nakokî li ser hene rû bide. Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê gel di nava tirs û nîgeraniyê de dijîn. Welatî jî ji van siyasiyan nerazîne ku rewşa Kerkûkê gihandine asteke wisa. Ji lewma em van hilbijartinan gelek girîng dibînin.”

 

Kerkûkî ji welatiyên Kerkûkê daxwaz kir ku welatiyên Kerkûkê bi girseyî biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin wan aliyên ku xwedî projene. Kerkûkî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê welatî deng bidin wan aliyan ku sozên xwe pêk tînin. Her wiha bi dengên xwe ew kes û aliyên ku xiyanet li gel û netewa xwe kirine ceza bikin. Ji lewma ev hilbijartin xwedî girîngiyeke taybete û îradeya gel di têde serdikeve.”

 

(bz)