Li Efrînê 7 leşkerên Tirk hate kuştin

38

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya YPG’ê ji roja Pêncşemê ve şerekî giran didome.

 

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

 

Şevê din di navbera li bejahiya Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatibû dagirkirin, pevçûneke dijwar di navbera şervan û leşkerên Tirk de rû da.

 

Şer li bejahiya gundê Meydankê, Kûrtkûlak, Keferromê yê navçeya Şera ya Efrînê ji Pêncşemê û vir ve bi awayeke giran didome. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 leşkeren artêşa Tirk hatine kuştin. Di heman demê de herêm ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê bomberankirin.

 

Çav li rêyeke ku YPG îro divê derbarê de daxuyaniyeke nivîskî biweşîne.  

 

(bz)