HEWLÊR / ROJNEWS

Li Herêma Kurdistanê û Iraqê hilbijartinên ji bo Parlamentoya Iraqê didome. Li bajarê Hewlêrê Tora Xelk a ji bo Maf û Azadiyan û Tora Hevpeymana Rêxistina têkildarî rêjeya beşdarbûna welatiyan a li hilbijartinê daxuyanî dan.

 

Serokê Tora Xelk a ji bo Maf û Azadiyan Mihemed Gumeşînî axivî û got; "Bi bername hewl didin ku welatiyên Hewlêrê sar bikin, ji bo deng nedin. Lê weke rêxistinan em daxwazê ji welatiyan dikin ku beşdarî vê proseya niştîmanî bikin."

 

 

 Tora Xelk a ji bo Maf û Azadiyan û Tora Hevpeymana Rêxistina ku çavdêriya hilbijartinê dikin, diyar kirin ku ti pirsgirêk li navendan û amêrên dengdanê nîne û gotin ku ew ên ku xelkê ji dengdanê sar dikin armancên wan ên siyasî hene.

 

Serokê Tora Xelk a ji bo Maf û Azadiyan Mihemed Gumeşînî eşkere kir ku heya saet 15:00'an li Hewlêrê rêjeya beşdarbûna welatiyan ji sedê 30 bû û got; "Li  hinek navendên dengdanê pîvanên Komîsyonê nayên bicihanîn. Kesên ku kartên xwe winda kirine, dikarin bi nivîskî dengên xwe bidin."

 

(ab)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here