Li hinek navenda dengdan paşket

56

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî biryara komîsyona hilbjartinê îro dengdan saet 07:00’an li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê destpêkir. Lê li hinek cihên dengdanê ji ber pirsgirêkên sindoqên elektoronî yên dengdanê dengdan paş ket.

 

Li bajarê Dihok, navçeya Seyîdsadiq, Ranya, Kelar, Bazyan a ser bi parêzgeha Silêmanî û hinek navçeyên din dengdan 40 deqe dereng destpêkir. Li hinek navendan jî hêjî destpê nekiriye. Ev yek ji ber pirsgirêka teknîkî ya sindoqan çêbû.

 

Herwiha li navçeya Mexmûr û Giwêre ya ser bi parêzgeha Musilê jî saeta dengdanê hat paşde xistin. Li bajarê Hewlêr cihê dengdanê Makok dengdan saet 08:00 hat rawestandin. Piştî wê saet 09:00 dîsan destpêkir. Li bajarokê Çoman ya ser bi bajarê Hewlêr jî hema bêje li hemû cihên dengdanê pirsgirêk hebûn û amarên dengdanê kar nakin. Ji ber wê dengdan hatiye rawestandin. Li Dihok binkeya Zinan heya niha dengdan destpê nekiriye.

 

Herwiha li bajarokê Bazyan Lîsta Nifşê Nû şikayet li komîsyonê dike. Şîkayeta Nifşê Nû ewe ku, saet 08:00 bê ku amarên dengdanê bên bikaranîn, dengdan hatiye kirin.

 

Li gorî karmendên dengdanê, rawestandin û paşde xistina dengdanê ji ber pirsgirêkên teknîkî yên amêrên dengdanê ye.

 

(rn)