KERKÛK / ROJNEWS

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Kerkûkê Ebdulbast Derwêş ji RojNews'ê re ragihand ku hêzekî çekdarî derdora ofîsa Komîsyona Bilind a Hilbijartinê girtine û jiyana karmendên di metirsiyê de ye.

 

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê li Kerkûkê Ebdulbast Derwêş wiha got; "Hêzekî çekdar bi çilên reş ên nenaskirî Ofîsa Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Kerkûkê dorpêç kirine. Heya niha hêz li derdora ofîsê ne û hinek  ji karmendan revîne û hinek ji li nav ofîsê de mane."

 

Ebdulbast Derwêş got ku daxwaz ji hêzên ewlehiyê kirine ku giyana karmendan biparêzin.

 

(ab)

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here