Li Mûsilê binpêkirin

27

 

 

ROJNEWS / HEWLÊR

 

 

Îro êvarê saet 17.00’ê êvarê çavdêrekî navnetewî Deştê Sedîq ku hilbijartinên Iraqê dişopîne li bajarê Hewlêrê derbarê proseya dengdanê ya li bajarê Mûsilê de daxuyaniyeke çapemeniyê da.

 

Deştê got ku li gorî rapora tîmekî çavdêrên hilbijartinê daye proseya dengdanê li Mûsilê heya saet 15.00’an baş derbas bûye lê, piştî saet 15:00’ê şûnde Hêzên Heşdî Şebî bi darêzorê amûrên elektronîk yên dengdanê tefandine û dengdan bi sîstema kevin birêve çûye.

 

Deştê daxuyakirin ku piştî saet 15.00’an şûnde li Mûsilê dengdan bi sîstema kevin û bê mohra tilî hatiye meşandin.

 

Çavdêrê navnetewî diyar kir ji ber vê sedemê pirsgirêk navbera polîsên federal yên Iraqê û hinek karmendên komîsyonê de çêbûye.

 

Deştê Sedîq dazanîn ku komîsyonê gotiye ku ji derveyî dengên elektronîk hemû dengên din yên hatine bikaranîn hesap nakin.

 

Deştê got ku ji ber van binpêkirinan bandor li proseya dengdanê kiriye û rêjeya beşdarbûna hilbijartinê li Mûsilê di derdora sedî 50’î de bûye.

 

(bz)