ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

 

Îro saet 19.30’ê şev li ber Emnesûreke ya bajarê Silêmanî Tevna Rêxistinên Civakî ku çavdêriya hilbijartinên parlementoya Iraqê kirin û ji 5 rêxistinan û 30 çavdêrên biyanî pêk tên rapora çavdêriyên xwe yên hilbijartinên li Silêmanî, Germiyan û Helebceyê bi daxuyaniyekî çapemeniyê eşkere kirin.

 

Endamê Tevna Rêxistinên Civakî Herdî Omer rapora hevbeşa a van rêxistinan ya derbarê hilbijartinên devera Germiyan, Silêmanî û Helebceyê de eşkere kir û wiha hate gotin: “Proseya dengdanê bêyî sextekarî û bi şêweyekî baş û tendûrist birêve çû. Her ji destpêka hilbijartinê heya dawiyê, tedbîrên baş hatibûn girtin ku da sextekarî û binpêkirin pêk neyê.

 

Rêxistinê ragihand ku mohra tilî û sîstema sindoqên elektronîk bûye sedem ku sextekarî pêk neyê û pêşî li wê girtiye ku kesek bê nasname dengê xwe bikar bîne.

 

Di beşa dawî ya raporê de jî hate gotin tevî ku beşdarbûn lewaz bû û proseya dengdanê giran birêve çû jî lê, wan ti binpêkirinek tomar nekirine û bi taybet jî li ew cihên ku wan bixwe çavdêrî kirine.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here