Li Ranya zilamek hevsera xwe û xwe kuşt

26

 

 

RANYA/ ROJNEWS

 

Kuştin û qetilkirina jinan berdewam dike. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê rojane jin li hember şidet û kuştinê tên. Nûçeyek ya qetilkirina jinan jî navçeya Ranya ya Silêmaniyê hat. Li gorî daxuyaniya polîsên Ranya şevê din zilamê binavê A.H.H (51) ku pêşmerge bû, hevsera xwe ya binavê B.H.H (35) di mal de kuştiye û piştre jî bi heman çekê xwe kuştiye.

 

Herwiha li gorî daxuyaniya polîsên Ranya tê gotin; “Li cihê bûyerê lêkolîna yasayî hatiye destpêkirin. Herwiha li cihê bûyerê çekek keleşînîkof hebû. Cenazeyê herdû welatiyan veguhestine morga nexweşxaneya Ranya. Piştî lêkolînê wê cenazeyê herdû welatiyan radestî malbatên wan were kirin.”

 

K.A (18) li ser bûyera kuştina dayik û bavê xwe ji polîsan re axivî û got; “Dema ku em di xew de bûn dengê guleyan hat me, dema em rabûn me nêrî bavê me bi çeka keleşnîkofê dayîka me kuştiye û piştî wê bi heman çek xwe jî kuştiye.” Nayê zanîn bê ka bûyer ji ber çi rûdaye. Lê li gorî polîsên Ranya derûniya zilamê hevsera xwe û xwe kuştî xirab bû.

 

Şevê din jî li navçeya Çemçemal jinek (37) hat kuştin. Lê polîsan ti daxuyaniyek di derbarê jina hatî kuştin de neda. Nayê zanîn bê ka jin hatiye kuştin, yan jî xwe kuştiye.

 

Li gorî bîlançoya ketiye destê ajansa me, ji serê vê salê heya niha 133 kes li Başûrê Kurdistan, yan hatine kuştin yan jî xwe kuştine.

 

(rn)