ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Gelê Êzidî yê Şengalê ji bo hilbijartina Parlamentoya Iraqê ji saetên serê sibehê ve berê xwe da navendên hilbijartinê.

 

 

Ji bo dengdayînê li navenda Şengalê 2, li bajarokên Xanesor, Sinunê, Digurê, Dahola û gundên Borik û Guhbel sindoqên hilbijartinê hatine danîn. Gel jî li van navendan dengên xwe didin.

 

 

Li gorî yasaya Iraqê li parlamentoyê kursiyek ji bo Êzidiyan hatiye veqetandin.  Di hilbijartinan de jî wê gelê Êzidî ji bo koteyek ku dê temsîla wan bike deng bikar bîne.

 

Astengî derketin

 

 

Welatiyên Êzidî beriya hilbijartinan destnîşan kiribûn ku heta niha kesên li ser navê wan diçûn parlamentoyê temsîla wan nekiriye, lewma ewê cara yekem di vê hilbijartinê de bi awayekî azad îradeya xwe nîşan bide. Lê di dengdayînê de hin astengî jî tên dîtin.

 

 

Nûçegihanên ajansa me yên li gundê Guhbel ragihandin ku komek ciwanan li navenda dengdayînê kom bûne û gotine “Em ê li ser sindoqan bisekinin û dengên xwe bidin”. Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku ev koma ciwanan alîgirên PDK’ê ne. Jiber aloziyê dengdayîn jî destpê nekiriye.

 

Erkdarên sindoqê ku ji aliyê komîsyona hilbijartinê ve hatine erkdarkirin jî, diyar kirin ku bi vî rengî dengdayîn pêk nayê.

 

Rojnamevan hatin astegnkirin

 

Li aliyê din rojnamevanên ku dixwazin hilbijartinan bişopînin, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Iraqê ve tên astengkirin. Li Guhbel, Xanesor, Sinunê, Dahola, Borik û Şengalê destur nehat dayîn ku nûçegihan li navendên hilbijartinê wêne û dîmen bigirin.

 

Rojnamevan tenê dikarin li ber deriyê navenda hilbijartinê dîmen û wêneyan bigirin.

 

(bz)

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here