NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro ji saet 07.00’ê sibehê ve proseya dengdanê li seranserê Iraq û Başûrê Kurdistanê destpêkir. Li seranserê Iraqê 24 milyon û 349 hezar 357 hilbijêr hene. Ji bo dengdanê jî 8 hezar 959 navend û 55 hezar û 232 qunteyên dengdanê hatine diyarkirin.

 

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê ji saetên sibehê ve gel diçin ser sindoqan û dengê xwe bikar tînin. Li Silêmanî, Kerkûk, Hewlêr, Bexda, Babil, diyala û gelek navendan gel ketine rêza dengdanê, lê saetên berbi piştî nîvro ve herku çû rêjeya beşdarbûna hilbijartinê ket.

 

Dengdan ku di saet 07.00’ê sibehê de destpê kir û heya niha 7 saet li ser re derbas bûye hate dîtin ku rêjeya tevlîbûna hilbijartinê kêm bû. Li gorî agahiyên ku ji ofîsên hilbijartinan hatine girtin heya niha rêjeya tevlîbûna hilbijartinê sedî 40 derbas nekiriye. Ancax çavlirêye ku ji niha heya saet 18.00’ê êvarê ku wê hilbijartin berdewam bike rêjeya tevlîbûnê zêde bibe.

 

Li gorî agahiyên ku Ofîsên Komîsyona Hilbijartinê eşkere kirine encama rêjeya beşdarbûna li 7 navendên cûda yên Iraqê wiha ye:

 

Babil sedî 27, Maysan sedî 23, Wasit sedî 25, Dîvaniye sedî 28, Kerkûk sedî 24, Musena sedî 21, Diyala jî sedî 30’e.

 

Serokê Komîsyona Diyalayê Ehmed Mazban got, “Heya niha rêjeya tevlîbûnê gihîştiye sedî 30. Li Diyalayê 300 hezar hilbijêr deng bikar bînin.”

 

(ao/bz)

 

 

 

 

 

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here