Li Tekye kesek bi kêrê hat kuştin

28

 

 

 

SILÊMANÎ / ROJNEWS

 

 

Li bajarokê Tekya ya navçeya Çemçemal a ser bi Silêmaniyê kesekî ji ber pirsgirêkên civakî bi kêrê êrîşî keseke din kir. Ji ber kêrdanê ew welatî bi giranî birîndar bû. Piştî rakirin Beşê Lezgîn a Nexweşxaneya Silêmaniyê, ji ber birîna wî giran bû, jiyana xwe ji dest da.

 

Li gorî agahiyên bi destketine êrîşkar bi madeya 405'an a cezayê Iraqê hatiye desteserkirin û derbarê mijarê lêpirsînê ji destpê kiriye.

 

Herwiha Li gorî daxuyaniya polîsên Ranya şevê din zilamê binavê A.H.H (51) ku pêşmerge bû, hevsera xwe ya binavê B.H.H (35) di mal de kuştiye û piştre jî bi heman çekê xwe kuştiye.

 

Dîsan şevê din li navçeya Çemçemal jinek (37) hat kuştin. Lê polîsan ti daxuyaniyek di derbarê jina hatî kuştin de neda. Nayê zanîn bê ka jin hatiye kuştin, yan jî xwe kuştiye.

 

Li gorî bîlançoya ketiye destê ajansa me, ji serê vê salê heya niha 133 kes li Başûrê Kurdistan, yan hatine kuştin yan jî xwe kuştine.

 

(ab)