Nifşê Nû: Encam nayên qebulkirin

32

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Lîsteya  Nifşê Nû têkildarî hilbijartinan îro yên Parlamentoya daxuyaniyekî nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Her çiqas Nifşê Nû li ser asta Kurdistanê duyeme û li hinek cihan jî yekeme û li Kerkûk û Hewlêrê ji duyeme, lê em li ser asta Herêma Kurdistanê nerazî ne û du partiyên desthilatda destkariya encam û pisûleyên dengan kiriye. Bi taybet YNK li ser asta Silêmaniyê û hinek herêmên din gelek destkariya dengdan kiriye. Lewma em hemû aliyan agadar dikin ku ew pisuleyên didin çardêran û belav dikin, ji rastiyê durin. Dengên du partiyên desthilatdar gelek deng bûne.  Pisule ji derveyî sîstemê ne, bê ku agahiyan ji nava sindoqan û sîstemê bigin belav dikin."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Bila çavdêrên aliyên din, ji derveyî YNK û PDK'ê bên pêş û kar bikin ku ji bo destkariyê li dengdên rasteqîn ên di nava sindoqan de nekin. Weke me gotî, herçend ku encamên Nifşê Nû nû dibe sûprîz bin, lê em piştrastin ku ji sedê sed, ev encamên herdu partiyên sereke ji rastiyê durin. Em li benda encamên fermî yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ne.  Piştî encamên fermî hatin belav kirin, emê helwesta xwe ya dawî eşkere bikin."