Nûçegihanên hilbijartinê dişopînin hatin astengkirin

22

 

 

 

ŞENGAL / ROJNEWS

 

 

Nûçegihanên çapemeniya herêma Êzidxanê, dema li Sinûnê dengdayîn dişopandin, ji aliyê polîsên Iraqê ve hatin astenkirin.

 

Polîsan nûçegihanên ku wêneyên welatiyan dikişandin, rawestandin û wênekêşa wan desteser kir. Polîsan piştre jî wêneyên di wênekêşê de jê birin û kamare dîsa teslîmî nûçegihanan kir.