‘Piştî 48 saetan wê encamên hilbijartinê eşkere bibin’

25

 

 

 

HEWLÊR/ ROJNEWS

 

Îro saet 07:00’ê serê sibê li gelemperiya Iraq û Herêma Kurdistanê hilbijartinên Parlamentoya Iraqê destpê kirin.

 

Der barê karnekirina beşek amêrên dengdanê berpirsê ofîsa Hewlêr ê Komisyona bilind a Hilbijartinan Elî Qadir ku ji ragihandinê re axivî, got; “Ji sedê 98 amêrên dengdanê kar dikin. Her amêrek kar neke, yedek hene û dişînine cihê wan.”

 

Her wiha Elî Qadir got ku kesên pêwîst bû di 10’ê Gulanê de deng bidaban, ger nedabin nikarin îro dengê xwe bi kar bînin û got; “Saet 18:00’ê wê hemû sindoq bên girtin. 48 saet piştî wê jî bi fermî wê encama hilbijartinê bê eşkerekirin.”

 

Li gor bîlançoya Komisyona Bilinda Hilbijartinan ofîsa Hewlêr li parêzgeha Hewlêr milyonek, 123 hezar û 219 welatî dikarin deng bidin. 498 navendên dengdanê li Hewlêr hatine danîn.

 

(rn)