SILÊMANÎ/ ROJNEWS

 

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehîd îro saet 09:00’ê li Dibistana Pêşketin li bajarê Silêmanî dengê xwe bikar anî. Piştî dengdanê Şasiwar Ebdulwehîd ji çapemeniyê re axivî.

 

Şasiwar Ebdulwehîd diyar kir ku dengdan yek ji rêyên bi bandor ên çêkirina guhertina ne û wiha domand; “Em ji welatiyan daxwaz dikim ku bi germî tevlî hilbijartinê bibin. Îsal wê guhertinên mezin çêbin. Her îro êvarê wê guhertin diyar bibe.”

 

Şasiwar Ebdulwehîd dawiya axaftina xwe de ev jî got; “Sîstema nû ya dengdanê wê pêşî li beşek zêde yê sextekariyan bigire. Hêvî dikim heya dengdan bi dawî dibe, ti rêbazên nû yên sextekariyê peyda nekin.”

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here