NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gelemperiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji saet 07:00’ê sibehê ve dengdana ji bo parlamentoya Iraqê destpê kirin. Li gelemperiya Iraqê ji bo hilbijartina parlamentoyê li 8 hezar û 959 navend û 55 hezar û 232 nuqteyan wê 24 milyon, 349 û 357 dengdêr dengên xwe bikar bînin.

 

Ji saetên serê sibehê ve serokên partî, hevpeyman û parlamentoyê li Iraq û Herêma Kurdistanê dest bi dayîna dengên xwe kirin.

 

Serokê hevpyemana Dewleta Qanûn Nûrî el Malikî ku li Bexda dengê xwe da, got; “Hewldanên zextên li ser dengdêran zêde dikin û ez bang li komisyonê dikim ku erka xwe rabe.”

 

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku li Hewlêr dengê xwe da, got; “Ez bang li gelê Kurdistanê dikim ku biçin ser sindoqan.”

 

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî tê payîn saetên pêş de dengê xwe bikar bîne.

 

Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciborî jî diyar kir ku ji bo gel di atmosferek baş de dengên xwe bikar bînin, bang li komisyonê kir ku bê alî tevbigere û bi erka xwe rabe.

 

 

(rn)

ОСТАВЬТЕ ОТВЕТ

Please enter your comment!
Please enter your name here