Talebanî bang li hilbijêrên Kurd yên Kerkûkê kir

28

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya tora civakî ya fermî a facebookê daxwaz ji dengdêrên Kurd yên Kerkûkê kir ku biçin dengê xwe bikar bînin û got ku ger bi vê xemsarî û sistbûnê biçe metirsiya ku Kurd Kerkûkê ji dest bidin wê çêbibe.

 

Talebanî ku demeke gelek kurt maye ku proseya dengdanên bi dawî bibe ji Kurdan xwest ku bi berpirsyarî tevbigerin û biçin dengê xwe bikar bînin.

 

Talebanî Kerkûkê weke Qudsa Kurd bi nav kir ji Kurdên Kerkûkê xwest ku hesab û nerazîbûnên xwe bihêlin piştî hilbijartinê û ji bo parastina kursiyên Kurd dengê xwe bikar bînin.  

 

Bi giştî hilbijartinên li seranserê Iraqê lewaz derbas bû û rêjeyeke kêm ya dengdêran çûn ser sindoqan. Li Kerkûkê jî têgotin ku hilbijêrên Kurd li gorî pêkhateyên Ereb û Tirkmen kêmtir çûne ser sindoqan û ev jî metirsiyê çêdike ku Kurd kursiyên xwe yên Kerkûkê li parlementoya Iraqê ji dest bidin.